Kurmancî

newroz36

DI DERHEQÊ ROJ JIN’Ê DE!

Saziya me têkoşînê ji bo mafên jinê dide û bi taybetî jî xizmetê pêşkeşê jinên Kurd û Tirk dike. Veqfa Roj Jin’ê di sala 2004’an de li bajarê londonê hate ava kirin. Serjimara endamên wê bi sedan e. Endamên Roj Jinê ji Ewrûpa û ji her çar parçeyên Kurdîstanê: Turkiye, Suriye, Îran û Iraq’ê ne.

Roj Jin malpereke nûçeyan e , xebatên Weqfa Roj Jin û Meclîsa Roj Jin’ê dimeşîne. Yek ji wê desteyê ku ji du yekîneyan ve pêk tê Weqfa Jinan a Roj e ku lİ Britanyayê ji bo pêşvebirin û guhertina civata Kurd û Tirk xizmetê dide. Yekîneya duyemin jî Meclîsa Jinan a Roj e ku bi mebesta alikarî dayina ji tekoşîna jinên Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û jinên Tirk da mercên jiyana wan baştir bin, ji bilî çalakîyên pendî û polîtîk kampanya jî dimeşînin.

WEQFA JINAN A ROJ

Îro li Ewropa, serjimara Kurd, Tirk û kesên ku bir Tirkî diaxivin bi milyonan e. Bicihbûna welatekî nû pirsgirêka zimên, ji civatê durketin û bê wekî astengiyekê derdikeve li hember wan lê belê ew astengiyana handikapên hevbeş in ku li hemû kêmnetewan de heye. Di rastîya xwe de pirsgirêkên ku girêdayê serdestîya meran ve ye bicihbûna welatekî biyanî zêdetir dibin. Di vê encamê de, jin bi temamî,lii çivatê de bi tenê û neberbiçav dimîne. Di vir de, ziman xwedî cihê herî girîng e, jinên ku di danûstandinê de pirsgirêkan dijîn li welatê ku dijîn nikarin ji tu xizmetan sûdê wer bigirin.

Di vî xalê de rola Weqfa Jinan a Roj ew e ku tespit bike ka pêdivîya wan bi alikariyan heye û pirsgirêkên wan çareser bike .Di nava wan pêdiviyan de yên sereke perwerdehî heye.

Di ronahiya van rastiyan de Weqfa Jinan a Roj, xizmetê pêşkêşî civata Kurd û Tirk yên ku li Britanya’yê dijîn dike.

Girîngtirîn xizmet ew in ku;

a)semîner û hindekarî-bilindkirina asta perverdehîya giştî û di heman demî de armanca wî hînkirina mafên jinê ye.

b)Qursên zimên,şêwirmendî, wek armac hatiye diyarkirin ,bidestxistina kar û pîşe bi qursên praktîkî betalî wê bê kêmkirin.

c)ji bo rekreasyona civakê tesîsên pêwist pêk bîne.

d)bi piştgirîya derûnnasî re xizmetên pendî û xizmetên şêwirmendiya giştî tê dayîn-vî servîsê ji bo jinên ku tûndiya di mal li wan tê kirin û jinen ku bi darê zorê tênê dayîn.

Di pêkanîna van armancan, em bi saziyên mafên Jinê û saziyên ku bi dewletê we girêdayî ne li Birîtanya hevkariyê dikin.

MECLÎSA JINAN A ROJ

Armanca Meclîsê ew e ku ji bo parastina mafê jinên Kurd û ji bo jiyaneke hevpar û azad derfetan biafirine. Li her çar parçeyên Kurdistanê ku ji aliye çar dewletên dagirker hatiye parvekirin û bin destên wan dene, jinên Kurds du car rû bir rûyê bindestbûyinê diminin. Zayend û etnisiteya wan sedemên sereke yên diskriminasyonê ne. Armanca meclisê ew e ku jinên ku ji ber sedemên politik li biserdeçûna nîjadî, zilm û binpêkirina mafên wan dinyayê pê bihesîne. Di heman deme de Meclis ew tişt ji xwe re kiriye armanc hevkariyê bi saziyên Jinan ên din pêkbîne, çalakiyên lobby’yê lidarbixe û kampanyayan bide despêkirinê ji bo ku dagirker guherinan çêbike.

Translated by: Zozan Yasar

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s